Xezîneya Kurdî ya tecrîdkirî

Nûçeyên Çand/Huner

duşem 19 hezîranê 2023 - 16:22

Nivîskara ji Rojhilatê Kurdistanê, Sayîme Xakpûr bal bire ser tecrîd û asîmîlasyona li ser wêjeya Kurdî û destnîşan kir ku haya gelek Kurdan ji vê xezîneyê nîne. Sayîme Xakpûr got, wêjeya Kurdî yek ji wêjeyên herî dewlemend ên cîhanê ye: "Lê belê wêjeya Kurdî bi salan e tecrîdkirî ye û pirraniya Kurdan haya xwe ji vê xezîneyê nîne."

Sayîme Xakpûr li bajarê Urmiyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, li ser ziman û wêjeya Kurdî dixebite; nivîsan amade dike, wergerê dike. Sayîme Xakpûr a ku gelek pirtûkên Kurdî wergerandine Farsî, naveroka pirraniya berhemên ku wergerandiye li ser mijarên dîrok û dengê civaka Kurd, rewşa Kurdan a li Rojhilata Navîn a ji sedsala derbasbûyî û vir ve, her wiha berxwedana Kobanê ye. Nivîskar Sayîme Xakpûr ji bilî wergerê, çîrokên kurt jî dinivîsîne, herî dawî li ser jiyana stranbêja Rojhilatî 'Îran Xanim' karekî berfireh kir û weşand.

Sayîme Xakpûr da zanîn ku pirraniya nivîskarên li cîhanê xwe ji parastina ziman, wêje û çanda gelê xwe berpirsyar dibîne û destnîşan kir ku yên radihêjin pênûsê di heman demê de radihêjin barê civakê.

 

Elaqeya ji bo çand û huner zêde bûye

Sayîme Xakpûr anî ziman ku Rojhilat dergûşa çand, huner û wêjeya Kurdî ye û got, "Li gel Hewramî, Kelhûrî û Lekî, ji Ûrmiyê heta bi Makû û Selmasê, Kalaxwe Îlam, Kirmaşan û Xorasanê karên li ser ziman, çand, huner û wêjeyê bi rengekî yekgirtî têne meşandin. Di vê serdemê de ku bi taybetî li ser medya dîjîtal mirov di nava danûstandinan de ne, elaqeya ji bo wêje, çand û huner jî zêde bûye."

 

Berxwedana li hember asîmîlasyonê

Sayîme Xakpûr got, wêjeya Kurdî yek ji wêjeyên herî bi tesîr ên cîhanê ye: "Wêjeya Kurdî bi salan e tecrîdkirî ye û haya gelek Kurdan ji vê xezîneyê nîne. Li dijî polîtîkayên asîmîlasyonê lêkolîn têne kirin û li hemberî asîmîlasyonê berxwedaneke xurt heye."

ANF/ÛRMIYE

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.