Armanc kontrolkirina Derya Spî ye
çarşem 9 tîrmehê 2025 - 15:30
- Rojnameger Zeynep Boran têkildarî planên Tirkiyeyê yên piştî HTŞ’ê li Sûriyeyê dixwaze bixe meriyetê û got: “Artêşa Tirk ji bo li bajar û navçeyên qeraxê serwer be dê baregehan ava bike. Dixwaze bi vê planê xeta stratejîk a Behra Spî bixe bin kontrola xwe.”
Li Sûriyeyê di 8’ê Kanûna 20024’an de piştî têkçûna rejîma Baasê li welat alozî û qetlîam didomin. Li Şam û bajarên peravên Behra Spî welatiyên Elewî hedef tên girtin û her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî gelên din hedef tên girtin.
Rojnamevan Zeynep Boran ku geşedanên li herêmê ji nêz ve dişopîne, bûyerên piştî HTŞ'ê û planên Tirkiyê yên li qadê axivî. Zeynep Boran bibîr xist ku komên ser bi SMO piştî hilweşîna rejîmê li herêmên xwe seferber bûne û got, "Van koman di eniyên pêş ên bi pêşengiya HTŞ'ê de roleke aktîf lîstin. Tevî ku ev kom bi awayekî fermî weke 'hêmanên artêşa nû ya Sûriyeyê' tên binavkirin jî, rewşa li ser rûyê erdê gelekî cuda ye. Li navendên fermî yên li navenda Efrînê, navçeyên Cindirêsê û Mabetayê bi cih bûne.”
Zeynep Boran diyar kir ku Tirkiye armanc dike ku di çarçoveya plana nû de hebûna xwe ya li herêmê xurt bike û wiha got: "Li gorî plana ku îstîxbarata HTŞ û MÎT'ê hevpar amade kiriye, biryar hate dayin ku di qonaxa yekemîn de 700 komên çekdar derbasî Girê Spî, 600 jî di bin sîwana Yekîneya Ewlekariyê ya Giştî de biçin Serêkaniyê. Li ser vê bingehê MÎT'ê dest bi pêşxistina perspektîf û planên nû kir da ku vegera koçberên Efrînê veguherîne desthilatdariya xwe û daxwaza Rêveberiya Xweser betal bike. Ji bo ev plan bi temamî bi cih were anîn, hin endamên ENKS'ê û ajanên Parastin hatin aktîfkirin.”
Zeynep Boran planên Tirkiyeyê yên li herêmê bi vî rengî vegot: 'Di dîmenên ku min di wê serdemê de kişand, di serî de El Hamzat, her wiha komên çete yên Sultan Murat û El Emşat zêdeyî 3 hezar teqwiyeyên çeteyan ber bi herêmên bejahî ve kirin. Tirkiye di dema nû de hem bi tevgerên vekirî hem jî veşartî tevlî qada Sûriyeyê bû. Di hefteya dawî ya meha Sibatê de, di navbera rayedarên MÎT'ê û îstîxbarata HTS'ê de ji bo plana êrîşê hevdîtin hatibû kirin. Rola operasyonê ya yekser a MÎT'ê bêhtir bi dizî hat meşandin. Komkujiyên ku li bajarên bejahî yên Sûriyeyê li dijî nifûsa Elewiyan hatin kirin, ji aliyê kesekî bi navê General Aslan ê bi eslê xwe ji Rihayê ku yek ji berpirsyarên qadê yên MÎT'ê ye û Berdevkê Wezareta Parastinê ya HTS'ê Hasan Abdûlganî ve hatin kirin. Komên çete yên di bin perspektîfên MÎT'ê de tevdigerin komkujiya Elewiyan bi awayekî sîstematîk pêk anîn.” MA / RIHA / CEYLAN ŞAHÎNLÎ