HPG: Lehengê Amedê şehîd ket

pêncşem 16 gulanê 2024 - 17:15

  • HPG’ê ragihand gerîlayê bi navê Armanc Mervan di 22’ê Adara 2024’an de şehîd bûye û got, ‘’Hevrêyê me Armanc hevalên xwe yên di çeperên berxwedanê de jidilê xwe hîs kir, xwest her kêliyê bi geşkirin tempoya şer ji berxwedana hevalên xwe re bibe bersiv.’’

HPG’ê têkilî Şehîd Armanc Mervan ev agahî par ve kirin:
‘’Hevrêyê me Armanc piştî perwerdeyê beşdarî xebatên Fermandariya Biryargeha Navendî ya me bû, li vir jî bi heman tempoyê xebat meşand. Hevrêyê me yê ku ji ber zêdekirina erk û berpirsyariyên xwe yên di xebatên ku tê de cih girtibû, di demeke kurt de bû xwediyê pratîkeke serkeftî. Hevrêyê me yê ku bi saya hişmendiya rêxistinî û zanebûna xwe ya bîrdozî beşdarî xebatên stratejîk bû, tu carî xwe têr nedidît. Ji ber vê sedemê diyalektîka pêşketina Apoyî bi domandina pêşketina xwe bi awayekî serketî sepand. Hevrêyê me yê ku weke milîtanekî Apoyî nikarîbû tehemulî êrîşên dewleta Tirk a qirker ên li ser gelê me bike, her tim bi israr dixwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. 

Li Akedemiyê perwerde bû
Li ser vê bingehê hevrêyê me yê ku bi armanca pisporbûna taktîkên gerîlayên serdema nû, li Akademiyên Şehîd Mahîr dest bi perwerdeya pisporiyê kir. Hevrêyê me Armanc di perwerdehiyê de bi ked, daxwaz û hêrsa serkeftinê bû mînak. Piştî ku perwerdeya xwe qedand li akademiyê ma û perwerdeya hevrêyên xwe girt. Hevrêyê me ku du dewran ji aliyê bîrdozî û leşkerî ve hevrêyên xwe perwerde kir, yek bi yek hevrêyên xwe re eleqedar bû û hişt ku perwerdeyê serkeftî biqedînin. 

Hevrêyên xwe jidil hîs dikir
Di vê wateyê de hevrêyê me Armanc di têkoşîna dîrokî ya li hemberî dagirkeran de bû xwedî kedeke mezin. Hevrêyê me yê ku piştî xebatên perwerdeyê bi israr pêşniyara çûyîna Bakurê Kurdistanê dikir, ji ber tecrubeyên ku bi dest xistî dîsa di nava Fermandariya Biryargeha Navendî de cih girt. Di demeke ku li Metîna, Zap û Avaşînê bi taybet li Bakurê Kurdistanê şer dijwar bû, hevrêyê me Armanc hevalên xwe yên di çeperên berxwedanê de jidilê xwe hîs kir, xwest her kêliyê bi geşkirin tempoya şer ji berxwedana hevalên xwe re bibe bersiv.’’

Em ê layiqî şehîdan bin
Hevrêyê me Armanc ê ku milîtaniya fedaî ya Apoyî weke şêwazê jiyanê destnîşan kir û her tim hewl da ku li gorî wê bibe xwedî pratîk, bi sekna xwe ya jiyanê û hevrêtiya xwe ya xurt bû mîlîtan û fermandarekî ku hemû hevrêyên wî ji xwe re mînak bigirin. Hevrêyê me yê ku xwedî kesayetek sade, mutewazî û têgihîştî ye, bandoreke mezin li her hevrêyê ku pê re xebitî hişt. Em hevrêyên wî soza xwe dubare dikin ku em ê di şexsê hevrê Armanc de bi hişmendiya layiqî bîranîna hemû şehîdan bibin, têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.” ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.