Talebanî: Pêdiviya me bi kare hevbeş heye

duşem 23 îlonê 2024 - 15:51

  • Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) peyamek şand. Talebanî di peyama xwe de diyar kir heya pirsa Kurd çareser nebe aştî nayê Rojhilata Navîn û got,’’Ji her demê zêdetir em hewceyî karê hevbeş in.’’

10. Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD di roja duyemîn de li Hesekê bi diruşma ʹBi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîkʹ dewam kir. Li şûna Salih Muslim û Asya Abdullah, Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso bûn hevserokên PYDʹê.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ji bo 10. Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re şand.
Talebanî di nameya xwe de ji bo konferansa 10. PYD’ê pîroz kir û serkeftin xwest.

Pêwistiya me bi hemahengiyê heye
Talebanî di nameya xwe de got,’’Konferansa we di rewşek hestyar de hat lidarxistin, ji ber ku herêma me û Rojhilata Navîn di zehmetiyên mezin re derbas dibin û ji her demê zêdetir pêwîstiya me bi hemahengî û karekî hevbeş heye bo parastina mafên xwe yên netewî û destkeftên bidestxistî.

Pirsgirêk bi diyalogê çareser dibin
Em di wê baweriyê de ne ku ti pirsgirêkek ku bi diyalogê neyê çareserkirin tine ye, baştirîn bijarde ji bo guhertinên ku derdikevin pêş, çareseriya aştiyane û danûstandin e, wek ku çawa em dibêjin aramî li Rojhilata Navîn pêk nayê bêyî çareserkirina pirsgirêka Kurd, ez hêvî dikim ku hemû alî vegerin ser maseya diyalogê û baweriya me bi pêkvejiyan û karê hevbeş heye.

Hûn ê bi ser bikevin
Birêzan di kongreya Partiya Yekîtiya Demokrat (PYD) de, ez piştrast im ku hûn ê di vê ezmûnê de jî bi ser bikevin. Em hêvî dikin ku pêşniyar û biryarên we xizmetê ji armancên bilind ên gelê Kurd û jiyana hevbeş a hemû gelan re bikin.” ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.