Civîna yekem a Parlamentoya Iraqê ya dema nû bi serokatiya Mehmûd el-Meşhedanî ku parlamenterê herî bi temen e, doh dest pê kir. El-Meşedanî bi xwe axaftina destpêkê kir. Di rûniştina doh de diviyabû serokê parlamenê bê hilbijartin.

Ji bo serokatiya meclîsê Mihemed Helbusî weke yekane namzetê Sunî hatibû diyarkirin û Hakim Zamlî û Ehmed Esedî jî namzetên cihgiriya yekem a serokê parlamenê bûn.

Ji Kurdan jî ji bo cihgiriya duyem, ji koma YNK Musena Emîn û ji koma PDK´ê Şaxewan Abdullah namzet bûn. Nişfê Nû jî ji bo heman erkê Sirwe Ebdulwahîd kiribû namzet.

Hilbijartina serokê parlamenê diviya bibûya gava yekem a ji bo avakirina hikûmeta nû ya piştî hilbiajrtinên 10´ê Cotmeha par. 
Lê belê rûniştina ji bo hilbijartina serokatiya parlamenê, gava ku aliyên cihê îdîa kirin ku pirraniya kursiyên parlamenê di destê wan de alo bû. Piştî minaqeşe û devjeniyê, serokê demkî yê parlamenê Mehmûd el-Meşedanî biryar da rûniştinê taloq bike. Ne diyar e ka kengî rûniştina ji bo hilbijartina serokê parlamenê wê pêk bê.

Ji ber devjenî û hêrsa zêde ya li avahiya parlamenê, el-Meşedanî piştî taloqkirina rûniştinê êşiya û ew bi ambulansê birin nexweşxaneyê. Halê siyaseta Iraqê hê wê bike ku ambulans gelek kesên din bibin nexweşxaneyê.

Axir ji niha heta 30 rojan jî parlamen divê serokdewletê Iraqê hilbijêre û ew jî divê Kurdek be.

BEXDA