Gerîlayan li Çelê li qereqolê xist
pêncşem 27 tebaxê 2020 - 23:00
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqolekê çalakî kiriye. Di daxuyaniyê de nasnameya gerîlayekî ku 17'ê Tebaxê li Elkê şehîd bûbû jî hate eşkerekirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 26'ê Tebaxê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî qereqola Girê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li nava qereqolê hate xistin. Hejmara leşkerên di vê çalakiyê de hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.
Gerîla Demhat şehîd bû
Di daxuyaniya 22'ê Tebaxê de me ragihandibû ku 17'ê Tebaxê artêşa Tirk a dagirker li qada Kato Marînos a navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi tevgereke dagirkeriyê kiriye, di vê tevgerê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî, hevalê me Muhammed Sagniç bi nasnav Demhat Samet ê li Wanê ji dayik bûye şehîd bû.
Hevalê me Demhat bi têkoşîna xwe, bi sekna xwe ya fedayî ya li eniya berxwedanê, bû meşaleya ku rêya me ya serketinê ronî dike.
Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me yê şehîd bûye em sersaxiyê gelê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bi ser bixînin.
18'ê Tebaxê di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de ya li qada Cîlo yê Biçûk a herêma Zê hevalê me Sînan şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bûye wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin."
NAVENDA NÛÇEYAN