39 hezar ton genim di embaran de

duşem 4 tîrmehê 2022 - 21:39

  • Li Kantona Kobanê heta niha 39 hezar ton genim di embaran de hatiye bicihkirin. 

CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANHA/KOBANÊ

Li Kantona Kobanê heta niha 39 hezar ton genim di embaran de hatiye bicihkirin. Li embarên genim ên Sirîn, Rovî û Çelebî yên Kantona Kobanê qederê 39 hezar ton genim hatiye berhevkirin. Lê ji bo pêdiviya herêmê hêj pêdivî bi 55 hezar ton genim heye.

Hevseroka Kampanya Bipêşxistina Civaka Çandinî, Gulistan Şêx Ehmed têkîldarî mijarê got, “Li Kobanê sê embarên genim hene. Ji 20’ê Hezîranê ve embara genim a Çelebiyê tijî bûye. Her embarek nêzî 12 hezar ton genim em dikarin daninê. Yê Sirînê wê îro qoteya wê tijî bibe, ya Rovî jî ji xwe tijî bûye.”

Şêx Ehmed diyar kir ku ew ard, ji ber ku di embaran de cih nîne li firinên herêmê bi cih dikin û wiha peyivî: “Me agahî da gel da ku genimên xwe bikin tûr û ji me re bînin, da ku em di depoyan de biparêz in. Nêzî 39 hezar ton genim me di embaran de bi cih kir, lê ev yek têra xelkê herêmê nake. Pêdivî bi 55 hezar tonên din heye.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.