Ew azad be em jî azad dibin

pêncşem 11 Çileyê 2024 - 02:30

  • Girtî Mehmet Kirik: Heta serokê me azad nebe, em dest ji vê greva birçîbûnê bernadin. Ger ew azad be, em ê jî azad bibin. Gelê me û gelê Tirk jî wê azad bibin.

Li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyên azadiyê bi daxwaza ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ dane destpêkirin, di roja 46’an de bi biryardarî dewam dike. Herwiha Nobetên Edaletê ku xizmên girtiyan ji bo piştgiriya bi zarokên xwe re dane destpêkirin jî, dewam dike. 

Yek ji van girtiyên ku ketiye greva birçîbûnê Mehmet Kirik e ku di tebaxa 2019’an de li Amedê hatibû girtin û cezayê muebbeda giran lê hatibû birrîn. Kirik nêzî 5 salan di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê de ma û di Nîsana 2023’an de sewqî Girtîgeha Tîpa S ya Ewlehiya Bilind a Antalyayê hat kirin. Kirik ku di 27’ê mijdarê de bi koma yekemîn re dest bi greva birçîbûnê kiribû,bi rêya malbata xwe re ragihand ku heya Rêber Abdulllah Ocalan azad nebe ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin. 

Bavê girtiyê siyasî Mehmet Kirik Abdulhalîk Kirik têkildarî rewşa kurê xwe û peyama wî ya şandî de, axivî.  Kirik da zanîn ku kurê wî niha jî di hucreya yekkesî de dimîne û got: “Nêzî 70-80 girtiyên siyasî hene li Girtîgeha Antalyayê. Li wir dewleteke bi serê xwe heye. Rêveberiya wir ji bo xwarina wan pirsgirêk derdixîne, gava em cil hwd. dişînin mehekê zêdetir nadin wan. Niha jî girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Antalyayê di greva birçîbûnê de ne. 10 roj 15 roj bi dorveger greva xwe didomînin. Geleki zihmetiyan dikişînin li wir. Dema ketine di greva birçîbûnê de av, şerbet hwd. nadine girtiyan.”

Kirik bal bire ser sedema greva birçîbûnê û peyama kurê xwe: “Kurê min di hevdîtinê de ev peyam şand; ‘Heya serokê me azad nebe em jî dest ji vê birçîbûnê bernadin. Heke ew azad bibe em ê jî azad bibin, gelê me û gelê tirk jî wê azad bibe. Her wiha em dixwazin bila ev girtiyên nexweş bên berdan, an jî tedaviyeke baş bibînin.’”

Yekane rêya aştiyê Ocalan e

Nûnerên hinek rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê têkildarî tecrîdê û rewşa welêt axivîn û gotin ku ji bo bidawîkirina şer û aştiyê divê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bên kirin. Serokê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Wanê Mûrat Atabay got: “Polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê, bi taybet jî di demên dawî de dijwarbûna şer û polîtîkayên şer êdî weke tiştekî asayî tê dîtin. Ev rewş û polîtîkaya tecrîdê heman tişt e. Ev şer û tecrîd nahêle birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze. Divê îktîdar û saziyên girêdayî wê ku tecrîd û îşkenceyê weke polîtîka xistine meriyetê, ji bo greva birçîbûnê veneguhere greva birçîbûnê ya nedorveger li gorî hiqûqa gavan biavêjin. Ji bo ev çalakî bigihijin armanca xwe, divê rêxistinên civaka sivîl berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Divê teqez bi rola xwe rabin. Hewceye tevahiya civakê jî di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigere.” 

Tecrîd rabe wê rewş biguhere 

Serokê Şaxa Sendîkaya Teqawidan (Emeklî-Sen) a girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) ê Wanê Tîmûr Sayyîgît jî anî ziman ku di serî de li Îmraliyê, li tevahiya girtîgehan tecrîd di meriyetê de ye û bêhiqûqî û bêedaletiyeke mezin heye. Nobeta Edaletê ya ku malbatan daye destpêkirin jî ji bo jiholêrakirina vê bê hiqûqiyê ye û got:“Di çalakiyên berê de cenaze ji girtîgehan derketibûn. Ji bo ku cenaze dernekevin, divê tavilê tecrîd bê rakirin. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Tecrîd, bêedaletî û bêhiqûqtî ye. Di serî de birêz Ocalan, divê tecrîda li ser hemû girtiyên siyasî bê rakirin. Domandina tecrîdê wê bi xwe re ji bo Tirkiyeyê pirsgirêkên mezin bîne. Divê ev bêedaletî bi dawî bibe.” 

Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasî û Kedê ya Wanê Mîhaîl Atîk jî anî ziman ku li welêt pergalek heye ku pirsgirêkan çareser nake û got:“Di şexsê birêz Ocalan de tevahiya girtîgehan tecrîd dikin. Tecrîdeke di şexsê gelê kurd de heye. Hemû kes baş pê dizane ku heke tecrîd bi dawî bibe, heke hevdîtin bên kirin wê rewşa welat pir biguhere û tu pirsgirêk namînin.” 

MA/ŞÎLAN ÇÎL-BAZÎD EVREN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.