DEM Partî bi Meşa Azadiyê re ye

yekşem 28 Çileyê 2024 - 15:52

  • Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê têkildarî Meşa Azadiyê ya Mezin got: Gelek sazî û dezgegên me ji bo azadiya Rêzdar Ocalan û ji bo tecrîd rabe di navbera 1-15’ê Sibatê de wê bimeşin. Em DEM Partî jî destekê didin vê meşê.‘‘ Hevserokê MED-TUHAD FED’ê jî banga tevlêbûna meşê kir û got: Mifteya çareseriyê Rêber Apo ye.

Çalakiyên pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsa Kurd re çareseriya siyasî’ ku 10’ê Cotmeha 2023’yan li 74 navendên cîhanê hate destpêkirin, didomin. Bi vê çarçoweyê grevên birçîbûnê yên ku li girtîgehên Kurdistanê û Tirkiyê ji hêla girtiyên azadiyê ve hate destpêkirin ev 65 roj in didomin. Li gel vê her wiha çalakiya Nobeta Edaletê jî bi armanca bidawîkirina tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan didome.

Beriya bi çend rojan sazî û dezgehên Kurd, partiyên siyasî ragihandibûn ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û rabûna tecrîdê ew ê 1’ê Sibatê Meşa Azadiyê ya Mezin bidin destpêkirin. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan beriya civîna têkildarî hilbijartinên xwecih ku 31’ê Adarê wê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêne kirin axivî. Bakirhan di axaftina xwe de derbarê Meşa Azadiyê ya Mezin ku 1’ê Sibatê wê were kirin axivî. Bakirhan got,‘‘ Gelek sazî û dezgegên me ji bo azadiya Rêzdar Ocalan û ji bo tecrîd rabe di navbera 1-15’ê Sibatê de wê bimeşin. Em DEM Partî jî destekê didin vê meşê. Tecrîd pirsgirêkan girantir dike. Bi tecrîdê re ji ber ku pirsa Kurd nayê çareserkirin aboriya Tirkiyê ketiye vî halî. Bi rastî jî heke ev dewlet wê li Rojhilata Navîn temsîla aştiyê bike, li şûna baregehên leşkerî, divê tecrîdê rake, bi diyalog û muzakereyê li çareseriya pirsa Kurd vegere. Em nakevin nav hevsengeke wiha ku tê de cihê Kurdan, Elewiyan, jinan, kedkaran û ciwanan nîne. Dibe ku şêwaza wan a siyasetê li ser derewan, xapandinê be lê ya me danûstandin e, muzakere ye. Lihevkirina Tirkiyê ye.‘‘

 

MED-TUHAF FED’ê jî bang kir

Hevserokê Amedê yê MED-TUHAD FED’Ê Kerem Canpolat têkoşîna gelê Kurd a li dijî tecrîdê bi bîr xist û got:‘‘Gelê Kurd li dijî tecrîdê li ser piyan e. Ti aliyê mirovî, exlaqî û wijdanî yê tecrîdê nîne. 25 sal in tecrîda mitleq didome û ev 3 sal in ti agahî ji Rêzdar Abdullah Ocalan nayê girtin. Ne dikare bi malbat ne jî parêzerên xwe re hev bibîne. Ji bo ku kampanya û pêngavên li dijî tecrîdê zêdetir bibe rojeva gel, gelek xebat têne kirin. Yek ji van jî Meşa Azadiyê ye ku em ê 1’ê Sibatê bidin destpêkirin. Li gelek bajarên Kurdistanê bi tevlîbûna gelê me meş wê ji du aliyan ve destpê bike. Meş wê ji Qers û Wanê dest pê bike.’’ Canpolat bi bîr xist ku meş wê 15’ê Sibatê biqede û got:“Heta ku ku tecrîd hebe Kurdistan wê bi polîtîkayên şer di bin mêtingeriyê de be. Ne tenê Kurd, li ser hemû gel û civakan tecrîd heye. Divê tavilê tecrîdê bidawî bibe.”

 

Mifteya çareseriyê li Imraliyê ye

Canpolat di dewamê de da zanîn ku xebat û çalakiyên ku têne kirin kêm dimînin û got: ‘‘Gelê me tevlî çalakiyên dijî tecrîdê dibe, li wan xwedî derdikeve lê hewceye ku em bi rengekî xurtir li van çalakiyan xwedî derkevin .Ne tenê Kurd divê hemû gel tevlî çalakiyên dijî tecrîdê bibin û rabin ser piyan. Rabûna tecrîdê wê bi xwe re çareseriya pirsên siyasî, aborî, tendiristî û ekolojiyê jî bîne. Mifteya çareseriya mayînde li Imraliyê ye. Hevdîna bi Rêzdar Ocalan re li ser van xakan wê gelek tiştan biguherîne. Herî pir jî ji bo ku dawî li şer were şert e ku Rêzdar Ocalan azad bibe. Bi azadiya fizîkî ya Rêzdar Ocalan mirov dikare xwe ji şer û krîzan xilas bike. Pergala Imraliyê sûcekî dijî mirovahiyê ye û divê dawî li vî sûcî were. Ji bo azadiya gelên Kurdistanê û Tirkiyê ev bivênevê ye. Em bang li gelê xwe, derdorên demokratîk û dilxwazên aştiyê dikin ku tevlî Meşa Azadiyê ya 1’ê Sibatê bibin.’’

NAVENDAN NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.