Kavilan li warên Kurdan vala dikin

çarşem 8 adarê 2023 - 16:28

SEDAT YILMAZ / MA / MELETÎ

Kavilên erdheja li Meletiyê dibin dirêjin gundên Kurdên Elewî. Mamûrek ji gundên Sogut, Elmali û Baliklidere pêk tê û nêzî 300 mal hene û hezar û 500 nifûsa wê heye. Li herêmê tenê Kurdên Elewî dijîn û xelkê gundan dibêje ew her tim di bin zextan de ne û dibêjin ku niha jî ew bi kavilên erdhejê ku tije asbest in tên koçberkirin. 

Li ser Kurdên Elewî zext heye

Xelkê gund dibêje berê hatiye xwestin ku kana keviran bê vekirin û îtîrazî vê kirine û bi rêya dadgehê betal kirine û tevî vê yekê jî şirketek din hatiye kana keviran vekiriye. Xelkê gund dibêje her tim zextên ku wan tacîz dikin li ser wan hene û niha jî ew bi xetereya toz û gemara kavilên erdhejê re rû bi rû mane. 
 
Li gund kamera bi cih kirine 
Xelkê gund tîne ziman ji ber ku ew Kurdên Elewî ne polîtîkaya koçberkirinê li wan tên ferzkirin û li herêmê 50 gund hene lê tenê li gundê wan pergala kamerayê ya MOBESE’yê hatiye bicihkirin. Ew ê kavil bikin ku hemû çavkaniyên wan debarê jî ji destê wan biçe û ji bilî koçberiyê tu şertek wan din namîne û dixwazin ji bo kavilan cihek din were dîtin. Wan xwestiye bi rêya partiyên siyasî jî vê mijarê bînin rojevê lê kesî dengê wan nebihîstiye. 
 
Kavil tenduristî û xwezayê xera dike 
Yusuf Ozgun ê ji gundê Baliklidere da zanîn ku kavil 500 metro dûrî mala wî tên valakirin û ji roja sêyemîn a erdhejê ve kavilan anîne li wir vala dikin. Ozgun da zanîn kavilên tên valakirin tenduristiya wan û xwezaya wan xera kiriye û xwest ji bo vê yekê çareserîyek were peydakirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.