Girtî dermankirinê red dikin
yekşem 28 Çileyê 2024 - 15:58
Li girtîgehên herêma Çukurovayê ji ber polîtîkaya rêveberiya girtîgehan a dema dermanbûna girtiyan protesto bikin, bi kêmanî 63 girtiyan dev ji heqê xwe yê dermanbûnê qeriyan. Serokê ÎHD’ê yê Şûbeya Mêrsînê Gazî Incî bang li rêxistinên civaka sivîl, tendirisiyê û raya giştî kir ku li girtiyên nexweş xwedî derkevin.
Endamê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD ) û Serokê ÎHD’ê ya Şûbeya Mêrsînê Gazî Incî bal bire ser binpêkirina heqan a girtîgehên herêmê.
Incî agahî da ku eva 5 sal in li girtîgehên herêmê têkilî girtîyan û şewitandina înfazên wan xebatên wan hene, di encama xebatên wan û serlêdanên li komeleya wan bi kêmanî 63 girtiyên nexweş tespît kirine, van salên dawî ji ber zehmetiya şertên li girtîgehan, girtî gelek zor û zehmetiyan dibînin û sedema vê ya sereke jî ew e ku rêveberên girtîgehan, qerdiyan û jandarma dema girtiyên nexweş sewkî nexweşxaneyan dikin bi nêzîkatiyeke xirab in û her wiha doktor jî li dijî girtiyan bi helwesteke xirab in.
Ji ber tehdeyê nema derman dibin
Incî bal bire ser tehdeya ku li girtiyên nexweş tê kirin û got,‘‘Şert û mercên girtîgehên herêmê ji bo ku pir xirab in ev ji bo girtiyan hatiye halekî wiha ku nema karibin ragirin.Ya dî jî, dema dermankirina girtiyan, pir tehdeyê li wan tê kirin. Dema ku girtiyan sewk dikin heqê dermanbûnê ji wan distînin. Xasma jî girtiyên li girtîgehên Tarsûsê gazinan dikin ku doktor tehdeyeke zêde li wan dikin. Têkilî vê, me serlêdana xwe kir lê hê jî ev serêşî didomin. Hin doktor qebûl dikin dema dermankirinê destê girtiyan kelepçekirî be û dema danûstandinê girtiyên nexweş kêm dikin, bêyî ku guh bidin wan, wan dişînin. Ji ber vê, van demên dawî heta ku nexweşî li wan pir giran nebe girtî nema dixwazin derman bibin. Ev di raporên me de jî hate vegotin. Ango piştî ku nexweşî li wan pir giran dibe,dema ku bêgav dimînin diçine nexweşxanê. Ji ber helwesta rûmetşikên a li girtîgehan, helwesta ku li wesayita rîngê li dijî wan tê kirin ya bi destê jandarmayan ji alî me ve tê dîtin. Ji ber vê, girtiyên nexweş nema dixwazin derman bibin. Ji ber ku tehdeya li girtiyan tê kirin, ji şertên girtîgehan ne kêmtir in. Ji ber vê nema ber bi dermanbûnê ve tên.‘‘
Ceza namîne lê wan bernadin
Incî bi bîr bi kêmanî 10 girtiyên nexweş bi dest xwe re divê bêne berdan lê ji ber rapora ‚‘dikare li girtîgehê bimîne‘ ya Saziya Tiba Edlî nayên berdan û li girtîgehan yek ji problema herî mezin Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgehê ye, bi biryarên ‚‘‘nehiqûqî‘ ku ev lijne li ser girtiyên ku cezayê wan xilas bûyî dide, nayê hiştin ku girtî bêne berdan û ev jî bi rêgezên hiqûqê re li hev nayê.
Bang kirin ji bo xwedîlêderketinê
Incî li dijî nehiqûqiyên li girtîgehan bang li rêxistinên hiqûq û tendirsiyê û raya giştî kir ku tevbigerin û got,‘‘Li Tirkiyê azadiya ramanê ev çend tê serkutkirin her kes dikare were girtin.Ji ber vê ev êşkenceya li girtiyan tê kirin her kesî eleqedar dike. Helwesta raya giştî ya li ser vê mijarê ji bo demên pêş wê pir girîng be.‘‘
Piştî grevê tehde zêdetir bûye
Li pêşiya berdana girtiyên nexweş astenga herî mezin Saziya Tiba Edlî ye. Li gorî daneyên ÎHD’ê li girtîgehan hezar û 517 girtiyên nexweş hene ku ji van nexweşiya 651’î li wan giran kiriye. Piştî grêvên birçîbûnê ya bi mebesta ku tecrîda li ser Rêber Apo were rakirin dest pê kirin, li girtîgehan êşkence û tehdeya li ser girtiyan zêdetir bûye û girtî nema dikarin tedawî dibin.
Li gorî daneyên Şûbeya ÎHD’ê ya Mêrsînê li Herêma Çukurovayê bi kêmanî 63 girtî nema dikarin tedawî bibin. Girtîgehên ku girtî nema dikarin tedawî bibin ev in: Girtîgeha bi Ewlehiya Jidiyayî ya Ereglî, Girtîgeha Tîpa T’yê ya Ereglî, Girtîgeha Tîpa T ya Aksarayê, Girtîgeha Girtî ya Jinan a Tarsûsê, Tîpa T ya Tarsûsê ya Nimro 1, 2, û 3. Tîpa T ya Bunyan Kayseriyê ya Nimro 1 û Nimro 2.
MÊRSÎN