Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK) û MED-DER dê ji bo zarokan li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar bixin.
Komeleya Wêjekarên Kurd (KWK) û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) dê bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê ji bo zarokan li Amedê “Kargeha Çîrokên Afirîner” li dar bixin. Kargeh dê di 15'ê Cotmehê de dest pê bike û dê hefteyekê bidome. Kontenjana kargehê bi 15 zarokên temenê wan di navbera 10-14 salan de sînordarkirî ye. Kargeh dê di navbera saet 16.00 û 17.00’an de li Zarok Ma’yê bi beşdariya nivîskar Mem Bawer bê lidarxistin.
Di kargehê de ewilî li fikr û dîtinên zarokan wê bê guhdarîkirin û dû re jî çîroka kurdewar û folklorîk a bi navê "Hebhinarê" dê bê xwendin. Piştî xwendinê kargeh dê bi pirs, bersiv û nirxandinan bidome.
Herî dawî zarok dê çîrokên xwe binivîsînin û li ser van çîrokên ku zarokan nivîsandine, gotûbej bê kirin.
MA/AMED