Rojava cotkarên xwe ji bîr nake

Nûçeyên Komel û Cuye

sêşem 17 Çiriyê 2023 - 16:42

RÊNAS REMO / ANHA / QAMIŞLO

Şirketa Bipêşxistina Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo werza çandiniyê ya 2023-2024′an tovê genim dide cotkaran. Şirket wê bi giştî 100 hezar ton tovê genim îsal difiroşe cotkaran.

Li gorî plansaziyê, heta niha 44 hezar ton tov ji bo belavkirinê hatiye amadekirin.

Cotyar jî miracaetî ofîsên bajaran ên Şirketa Bipêşxistina Çandiniyê dikin û li gorî rûbera erdê xwe daxwaza xwe pêşkêş dikin. Ofîs jî li gorî van miracaetan tov vediqetîne û difiroşe cotkaran.

Şêwirmendê Saziya Giştî ya Zêdekirina Tovan a ser bi şirketê, Mihemed Mamê got, wan dest bi levakirina tov kiriye û têkildarî cureyên tovan ev agahî dan: “Tovê nerm û hişk heye. Tovê nerm wekî 7 cureyên bi navên Doma 2, Doma 6, Doma 4, Rojava 2, Rojava 4 û Pamîra hatine sinifandin. Tovê hişk jî wekî 8 cûreyên bi navên Şam 7, Bihûs 7, Şam 10, Şam 9, Şam 3, Rojava 1, Rojava 3 û Bihûs 11 hatine sinifandin.”

Mamê Mihemed da zanîn ku buhayê her du cûreyên tov jî yek e û ji bo her tonekê 430 dolarî digirin, lê ji bo cotyarên ku tov bi deyn dikirin, ev buha wekî 530 dolarî hatiye diyarkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.